Tîrmeh 17, 2023 17:18 Asia/Tehran
  • Îsrara Erdogan ser dewama dagirkirina Sûriyê

Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku wî şertê Sûriyê derheq normalkirina peywendiyan bi Enqerê re û dewama dagirkirina bakurê vî welatî red kiriye.

 Serokkomarê Tirkiyê îro bal kişand  ser şertê Şamê derheq pêwîstiya  derketina hêzên Tirkiyê ji axa Sûriyê bo normalkirina peywndiyan û got: Hêzên Tirkiyê dê ji bakurê Sûriyê dernekevin. 

 Receb Teyib Erdogan ku îro sefera sê rojî y Erebistan, Qeter û Îmaratê destpê dike, got: Mixabin Bişar Esed daxwaza derketina Tirkiyê ji bakurê Sûriyê kiriye, ku tişteke wiha dê neqewime, ji ber ku em li wir li himber terorîzmê şêr dikin. 

 Destêwerdana  eskerî ya  Tirkiyê li Sûriyê di halekî de didome ku Enqerê bi caran îdia kiriye ku rêzê li serwerî û yekperçetiya axê ya Sûriyê digre. 

 Îymen Sûsan, Alîkarê Wezîrê karên Derve yê Sûriyê vê dawiyê got ku gotinên rayedarên tirk derbarê serwerî û yekperçetiya axê ya Sûriyê dijî dewama dagirkirina erdên Sûriyê ye û li dijî  rêzikên navneteweyî û prensîpên peywendiyên di navbera welatan de ye. 

 

 

Serepeyv