Tîrmeh 10, 2023 17:06 Asia/Tehran
  • Îdiaya desteserkirina 22 welatiyên biyanî li Enqerê bi tawana hevkariya bi DAIŞê re

22 tawanbarên hevkariya bi koma terorîst a DAIŞê re di encama operasyoneke li paytexta Tirkiyê hatin desteserkirin.

 Di halekî de ku di salên derbasbûyî  de çavkaniyên  nûçeyan bi caran hinek rapor derbarê piştgiriya Tirkiyê ji DAIŞê li Sûriyê weşandine ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê carnan îdia dikin ku hejmarek ji endamên DAIŞê deseser kirine.

Koma rawestana li ber terorîzmê ya polîsê Tirkityê li Enqerê jî îdia kir ku di operasyoneke  hevgav de li navçeyên  aloz, bo desteserkirina 27 tawanbarên hevkariya bi DAIŞê re ketin tevgerê û di encama  vê operasyonê de 22 kes hatin desteser kirin û lêgeriya  bo girtina pênc gumanbarên din didome.

 Polîsê rawestana li ber terorzîmê yê Tirkiyê 6 Tîrmehê jî li operasyoneke li Stenbolê 11 kes bi tawana hevkariya bi koma terorîst a DAIŞê re desteser kiribûn. 

 

 

Serepeyv