Tîrmeh 09, 2023 17:39 Asia/Tehran
  • Hevserokên HDP'yê berpirsyariya xwe radest dikin

Piştî serneketina HDP'yê di hilbijartina Gulana 2023an da, hevserokên vê partiyê qala wêdaçûna ji serokatiya partiyê di dora din da kirin.

Perwîn Bûldan û Mehmet Sencer bi beşdariya di berameyeke zindî ya televîzyonî da bersiva rexneyên derbarê xebata HDP'yê û pêvajoya ku bû sebeba şikesta vê partiyê di hilbiajrtinê da, dan.

Bûldanê bi gotina vêya ku wan wek berpirsên partiyê derbarê encamên hilbijartinan hin nirxandin pêk anîne, gto: Me rexneyên ku hatine girtin vekolandine.

Wê got: Encama qewimî di hilbijartina da şikest nîne û divê hemî hokar werin berçavgirtin, ji wan serkutkirina HDP'yê û dosyeya hilweşandina vê partiyê ji aliyê hikûmetê va divê were berçavgirtin.

Bûldanê tevî amajeya bi vêya ku ew naxwaze di hilbijartina serokatiya partiyê di kongreya HDP'yê da beşdar bibe, got ku ew amade ye wek berpirseke partiyê her berdêla ku pêwîst be, bide.

Medhet Sencer hevserokê din ê HDP'yê jî tevî amajeya bi sernekeftina HDP'yê di hilbijartinê da ş amadebûna wê ji bo çûyîna bo hilbijartina nav-partiyê di Kongreya bê ya partiyê da, got: Eger pêvajoya bijartinê sernekeftî be, berpirsyariya vê yekê li ser milê min e. Ez ê dev ji berbijariya ji bo hevserokatiya partiyê di dora din da berdim. Em naxwazin partî ji aliyê hevserokan va asê bimîne; ji ber ku HDP partiyek e ku bi vîna komî tê birêvebirin.

 

Serepeyv