Tîrmeh 02, 2023 15:25 Asia/Tehran
  • Perwîn Bûldan: HDP'yê dê di Hilbijartina Şaredarîyan da li her cihekî berbijarên xwe hebin

Partiya demokratîk a Gelan (HDP) di Hilbijartina Şaredarîyan a Tirkiyê da dê li jhemî navçeyan berbijaran bide nasandin.

Perwîn Bûldan Hevseroka Partiya demokratîk a Gelan (HDP) qala lidarxistina Komcivîna mezin a vê partiyê di Îlona bê da kir û gotm ku piştî lidarxistina komcivînê dê pêvajoya amadetiya ji bo beşdariya di Hilbijartina Şaredarîyan da dest pê bibe.

Wê ragihand ku Partiya wê di Hilbijartina Şaredarîyan a Tirkiyê da ku dê salan 2024an were lidarxistin, berbijarên xwe li hemî navçeyan bide nasandin.

Bûldanê bi gotina vêya ku Hilbijartina Şaredarîyan ji bo hemî partiyan girîng e, got: Hikûmet dê careke din hemî derfetên xwe ji bo serkeftina di vê hilbijartinê da jî bi kar bîne, em jî ji bo îsbatkirina hebûna xwe dê careke din beşdarî vê rikeberiyê bibin. Em ê li hemî bajar û navçeyên parêzgehên xwe hin berbijaran ji bo Şaredariyan bidine nasandin û ji bo sekeftina di vê hilbijartinê da hewl bidin.

 

Serepeyv