Hezîran 29, 2023 17:25 Asia/Tehran
  • Partiya Erdogan ji bo guhertina atmosfera siyasî ya Tirkiyê bi Ocalan ra gotûbêj dike

Rojnamevanê nasyar ê Tirkiyê ku ji siyasetên partiya serdest a Tirkiyê derbarê muzakireya digel Ocalan rexne girtibû, sewqî zîndanê hat kirin.

Merdan Yanardag rojnamevanê rexnekerê hikûmeta Tirkiyê û sernivîskarê Televîzyona TELE1 ku li pey axaftina li ser Ebdullah Ocalan rêberê zîndanî yê PKK'yê li Televîzyona TELE1 hatibû desteserkirin, bi biryara dadgehê sewqî zîndanê hat kirin.

Wî gotibû: Min ne pesna ti rêxistineke terorîstî da û ne jî ti rêberekî rêxistina terorîstî. Min di bernameya navbirî da got ku Xalib Ensarîoglû nûnerê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) hewl dide ku pêvajoyeke nû ya gotûbêjên aştiyê dest pê bike û atmosfereke nû ji bo AKP'yê veke.

Yanardag got: Tiştê ku min got, nirxandinek e li er vê esasê ku AKP dixwaze pêvajoyeke çareseriyê ya nû dest pê bike û wer xuya dike ev partî di halê amadekirina Ocalan da ye; lê bi tamî haya me ji pêvajoya muzakireyên ku pêk tên tineye. Min ji amadetiya AKP'yê ji bo efûkirina Ocalan di dewreya nû da û hewldana wê ji bo eyarkirina siyasetên li Tirkiyê bi rêya wî, rexne girt.

Hêjayî gotinê ye, Merdan Yanardag rojnamevanê 64 salî ji Sêwasê û ji rexnekerên cidî yên dijî hikûmeta Receb Teyyîb Erdogan e.

Wî piştî hilbijartina meha Gulanê bi caran ragihand ku Erdogan di vê hilbijartinê da bi ser neketiye. Niha mehek piştî hilbiajrtina bigengeşe ya Gulanê, Erdogan hema wisa ku pêştir jî gotibû di halê vekolandina dosyeyên rexnekerên xwe û safîkirina hesabên siyasî digel wan e.

 

Serepeyv