Hezîran 24, 2023 07:58 Asia/Tehran
  • Paşdexistina berhemanîna xwefirên Tirkiyê li UKraynê

Berhemanîna xwefirên Tirkiyê li nav axa Ukraynê ji ber şerê vî welatî û Rûsiyê paşde ket.

 Biryar bû Tirkiye û Ukrayn, berhemanîna xwefirên bayrakdar li axa vî welatî heta dawiya îsal destpê bikin. 

Wasîlî Bodnar, Balyozê Ukraynê li Tirkiyê gotibû ku berhemanîna van xwefiran dê beriya kutabûna sala 2023-an destpê bibe. 

 Halûk Bayraktar, Rêveberê Şîrketa Bayrakdar a Tirkiyê bêyî ku tu şiroveyekê derbarê hegera paşdeketina  berhemanîna  xwefirên TB-2 û balefirên Akîncî li axa Ukraynê bide,ragihand ku  berhemanîna  van xwefiran dê di sala 2025-an destpê bibe. 

 Halûk Bayrakdar destnîşan kir, karên sereke  yên karistanê di halê cihhatinê de ne û heta Hezîranê dê hêzgeha  karebayî ya wê amade bibe lê Bûdnar vê dawiyê ragihand ku ji ber şêr bernameyên seretayî yên  çêkirina vê karistanê guherîne. 

 Artêşa Ukraynê hejmarake nediyar a xwefirên bayrakdar hene lê artêşa Rûsiyê bi weşandina vîdyoyên ketina xwefirên bayrakdar, ev xwefirên Tirkiyê weke armancên hêsan li esmîn dane zanîn. 

 

 

Serepeyv