Hezîran 23, 2023 14:36 Asia/Tehran
  • Buhaya lîreya Tirkiyê hevgavê jordeçûna asta fayîzê li vî welatî cardinê daket

Banka Navendî ya Tirkiyê asta fayîzê li vî welatî zêde kir û gîahnd sedî 15 yê.

 

 Banka Navendî ya Tirkiyê îro bi weşandina daxûyaniyekê, asta fayîzê bankê li vî welatî ji sedî 8.5 gîhand sedî 15 yê.

Ev zêdekirina yekim kiryara tîma nû ya aborî ya Receb Teyib Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê piştî hilbijartinên serokkomariyê li vî welatî tê hesab. 

 Karzanên warên aborê li ser vê bawerê ne ku  tîma aborî ya nû ya Erdogan, dê guhertinên bingehîn di siyaseta pereyî ya vî welatî de pêk bîne.

 Hêjayî gotinê ye ku eva cara yekê ye ku  piştî 27 mehan Banka Navendî ya Tirkiyê asta fayîza bankê jorde dibe. 

  Helbet hevgavê jordeçûna asta fayîzê li Tirkiyê buhaya lîreya vî welatî cardinê li himber diravên din daket. 

 Vedat Îşîxan, Wezîrê kar û Sîgorteya Civakî  ya Tirkiyê jî got: Ji destpêka Tîrmeha 2023"an va herîkêm miaşa li vî welatî sedî 34 zêde bibe û bighêje 11 hezar û 402 lîreyê bi qasî 483 dolarî.

 Hikûmeta Tirkiyê di sala derbasbûyî de bi dû zêdebûna zama aborî û derketina qeyrana  aborî, sê caran miaş zêde kirin û cara dawiyê jî ku niha di halê cihhatinê ye, herîkêm mişa gîhand 8 hezar  û 500 lîreya tirk bi qasê 360 dolara Emerîkayê. 

 Xelkê Tirkiyê dibêjin  hikûmeta vî welatî di rêveberiya aborî de bi qasê pêwîst  hewil nedaye ji ber ku jordeçûna ast zamê li Tirkiyê tim didome û jordeçûna xercên jiyanê, gelek welatiyên Tirkiyê rastî pirsgirêkê kiriye. 

 

Serepeyv