Hezîran 23, 2023 07:42 Asia/Tehran
  • Hilkolandina dosiya parlemantyerên berê yên parlemana Tirkiyê

Demajoya hilkoalndina 350 dosiyeyên nunerên berê yên parlemana neteweyî ya Tirkiyê destpê bûye.

 

Dopsiyên ku ji aliyê nivîsgeha lêkolînên  dozgeriya giştî ya Enqerê derbarê nunerên berê yên parlemana  Tirkiyê hatine vekirin, niha derbasî  qonaxa hilkolandina dadweriyê bûne û kesên tawanbar  dê bo şirovekirin, şehedî û jêpirsiya berayî bên bankirin. 

 Dosiya Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Partiya  Komarîxwaz a Gel, CHP, Nunerê berê yê vê partiyê li parlemana  berê ya Tirkiyê û hevrikê sereke yê Erdogan di hilbijartinên vê dawiyê yên serokkomariyê jî ji wan dosiyan e. 

 Bo Kiliçdaroglû, 18 dosiyên tawanên propagendeya bo  rêxistina terorîstî, belavkirina kîn û nefretê û tehrîkkirina dijminatiya dijî gel, îhaneta li rayedarên hikûmetê û buxtankirin, hatine vekirin. 

 Hilkolandina dosiya dadweriyê ya parlemanterên Tirkiyê li gor xala 83-an a destûra bingehîn a vî welatî, bi kuatbûna  dewreya nunertiyê an îbtalkirina parêzbendiya dadweriyê yên wan di civata giştî ya parlemanê de dikare cih were. 

 

Serepeyv