Parlemana nû ya Tirkiyê li dû guhrtina qanûna bingehîn
Serokê Parlemanê yê nû yê Tirkiyê derbarê guherîna destûra bingehîn a vî welatî li gor aramncên 100 salên bê yên Enqerê agahî da.
Neman Kûrtûlmûş, Serokê Parlemana Tirkiyê îro bal kişand ser şopandina demajoya amadekirina destûra bingehîn a nû li gor hewcetiyên serdemê ku mafên xelkê sivîl garantî bike û got: Du destûrên bingehîn ên vê dawiyê li Tirkiyê di rerwşa darbeyê de hatine amadekirin û niha divê dubare tam venihêrîn ser wan bê kirin.
Serokê parlemana Tirkiyê got: Divê rewşa siyasî bo amadekirina destûra bingehîn a nû amade bibe û hemî kom, partî û kesên pispor tevî hevkariya di vî karî de, daxwaza guhertinên pêwîst bikin.
Kûrtûlmûş destnîşan kir: Bi xebata kêrhatîtir û lezgîntir a parlemana niha ya Tirkiyê hewcetî bi hinek venihêrîna di rêzikan de heye.