Hezîran 19, 2023 16:57 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê hejmara zarokên hejar sal bi sal zêdetir dibe.

 Li gor amarên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî yaTirkiyê, li vî welatî sala 2023an 178 hezar zarokan alîkariya darayî û civakî wergirtine.

 

Li Tirkiye her ku diçeو hejarî zêdetir dibe û herî zêde bandorê li zarokan dike.

Li gor amaran li Turka hejmara zarokên ku malbatên wan nikarin wan xwedî bikin û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî alîkariya darayî û civakî dide wan zêdetir bûye.

Tevahiya sala 2020an 129 hezar û 422 zarokan ji sîstema Alîkariya Civakî û Darayî ya Tirka piştevanî wergirtibûn.

Sala 2021an 141 hezar û 275 zarokan ji wezaretê alîkariya darayî û civakî wergirtine, sala 2022an jî 147 hezar û 456 zarokan alîkarî wergirtine.

Di 5 mehên destpêkê yên sala 2023an de ev hejmar li Tirka gihiştiye 178 hezar zarokan.

 

Serepeyv