Hezîran 16, 2023 16:29 Asia/Tehran
  • Hejmara kuştiyên êrişên Tirkiyê ser bakurê Sûriyê gihêşt 16 kesî

Herîkêm 16 kes di encama êrişa Tirkiyê bi xwefiran ser du navçeyên Til Rifet û Minbicê li parêzgeha Heleb û hin navçeyên din ên kakurê Sûriyê hatin kuştin.

 Çavdêrê Mafên Mirovan a  Sûriyê ragihand ku  di encama êrişa Tirkiyê bi xwefiran ser trimbêleke  HSDyê li parêzgeha  Hesekê li bakurê rojhilata  Sûriyê, 4 kes hatin kuştin. Şeş kesên din jî li Minbicê ketin ber êrişa xwefirên  Tirkiyê û hain kuştin.

Her wiha pênc kes ji hêzên artêşa Sûriyê û eskerekî din  li Minbicê û di encama  êrişa Tirkiyê bi xwfiran  ser Til Rifetê hatin kuştin. 

Ramî Ebdulrehman, Çavdêrê Mafên Mirovan ê Sûriyê  ragihand ku ji destpêka vê heftiyê va  êrişên Tirkiyê bi xwefiran ser bakurê Sûriyê berfireh bûne. 

Bicihûna neqanûnî ya eskerên Tirkiyê li navçeyên bakurî yên Sûriyê û Iraqê her tim ji aliyê xelkê û hikûmetên van welatan hatiye şermezarkirin û êrişên hanê bandora nerênî hebûye ser peywendiyên Tirkiyê tev welatên hanê.

 

Serepeyv