Hezîran 15, 2023 15:44 Asia/Tehran
  • Êrişa hewayî ya Artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê

Balefirên cengê yên Artêşa Tirkiyê cardinê bakurê Sûriyê dan ber êrişan.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku balefirên cengê yên artêşa vî welatî, hin navçeyên bakurê Sûriyê  bombebaran kirin ku di encamê de 53 endamên PKK hatin kuştin.

Eva di halekî ye ku HSD ragihandiye ku nûçeya  Wezareta Berevaniyê dûr ji rastiyê ye û bi tenê çar kes ji hêzên wê li Minbicê di encama êrişên Tirkiyê hatine kuştin. 

Balefirên cengê yên artêşa Tirkiyê duh her wiha cardinê navçeya Amêdiyê ya parêzgeha  Dihokê ya Iraqê dane ber êrişan. 

Tirkiye ev demek e bi hinceta rawestana li ber hêzên PKK, yekperçetiya axê ya Iraq û Sûriyê binpê dike. 

Bicihûna neqanûnî ya eskerên Tirkiyê li navçeyên bakurî yên Sûriyê û Iraqê her tim ji aliyê xelkê û hikûmetên van welatan hatiye şermezarkirin û êrişên hanê bandora nerênî hebûye ser peywendiyên Tirkiyê tev welatên hanê.

 

Serepeyv