Hezîran 15, 2023 08:16 Asia/Tehran
  • Serokatiya Komîsyonên Pisporiyê yên Parlemana Tirkiyê radestî hevalên Erdogan bû

Wezîrên berê yên Kabîneya Receb Teyib Erdogan û nunerên Partiya Dad û Geşepêdanê, AKPyê, serokatiya hemî komîsyonên pisporiyê yên parlemana Tirkiyê girtin destê xwe.

Di dewama guhertin û alûgurên di beşa rêveberiyê yên  di encama  hilbijatinên vê dawiyê yên parlemana Tirkiyê de, duh çarşemiyê, hilbijartinên nvxweyî bo kivşkirina serokên komîsyonên pisporiyê yên parlemana  neteweyî ya Tiriyê hatin lidarxistin. 

 Li gor vê raporê, di dengwergirtina di nava  parlemana  Neteweyî ya Tirkiyê de, Xilûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê  yê berê yê Tirkiyê wek Serokê Komîsyona Berevaniya Neteweyî û Sulêyman Soylû Wezîrê Karên Navxwe  yê berê yê vî welatî jî wek Serokê Komîsyona  karûbarên Navxweyî yên parleman Tirkiyê hatin bijartin. 

 Heftiya buhurî jî Neman Kûrtûlmûş, Alîkarê Receb  Teyib Erdogan di AKP yê ku ji  lîsteya vê partiyê yê bajarê Stenbolê derbasî nav parlemanê bûye, wek serokê dwrereya 28 ê ya parlemana  neteweyî ya Tirkiyê hat bijartin. 

 

Serepeyv