Hezîran 11, 2023 08:26 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Tirkiyê: Teqîna li Enqereyê kiryareke terorîstî nîne

Hikûmeta Tirkiyê dibêje teqîna li karistaneke madeyên kîmyayî li Enqereya paytexta vî welatî kiryareke terorîstî nebûye.

Derdora saet 08:50 ya roja Şemiyê teqînek li karistana Barûtsanê ya Kompaniya Makîne û Pêşeyên Kîmyayî ya Tirkiyê (MKE) qewimî ku tê da pênc kedkarên wê hatin kuştin.

Ev nûçe di rewşekê da hat weşandin ku medyayan ragihandine ev karistana tirkiyeyî di warê çêkirina mûşekan da çalak e.

Kanala El-Cezîreyê ji zarê Wezarerta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, Teqîna li karistana çêkirina mûşekan li Enqereyê kiryareke terorîstî nîne.

Her wiha Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê jî di têkiliya telefonî digel 'Yaşar Guler' Wezîrê Berevaniyê yê vî welatî da rapora têkildarî vê teqînê wergirtiye û haya wî ji hûrgiliyên wê heye.

 

Serepeyv