Tirkiye bû endama Konseya Aborî û Civakî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (ECOSOC)
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i341858-tirkiye_bû_endama_konseya_aborî_û_civakî_ya_rêxistina_neteweyên_yekbûyî_(ecosoc)
Tirkiye bo heyama du salan wek endama Konseya Aborî û Civakî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (ECOSOC) hat bijartin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2023 14:22 Asia/Tehran
  • Tirkiye bû endama Konseya Aborî û Civakî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (ECOSOC)

Tirkiye bo heyama du salan wek endama Konseya Aborî û Civakî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (ECOSOC) hat bijartin.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Tirkiye bi bidestxistina 186 dengên erê ji 193 dengan bo heyama du salan bû endama Konseya Aborî û Civakî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (ECOSOC).

Endamtiya Tirkiyê li Konseya Aborî û Civakî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (ECOSOC) dê ji 1ê Çileya 2024an dest pê bibe û di 31ê Kanûna 2025an da bi dawî bibe.

Hejmara endamên Konseya Aborî û Civakî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (ECOSOC) 54 e û her sal 18 endamên nû  li dewsa welatên ku heyama endamtiya wan bi dawî hatiye, tên bijartin.