May 22, 2023 18:23 Asia/Tehran
  • Helwêsta hikûmeta Tirkiyê li ser vegeriyana penaxwazên sûrî

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê ser vegeriyana penaxwazêîn sûrî bo navçeyên bin kontrola Şamê tekez kir.

Çarenûsa derdora sê miliyon penaxwazên sûrî li Tirkiyê mjareke girîng di rikeberiyên hilbijartinê yên Tirkiyê da bû.

Receb Teyyîb Erdogan serokkomar û berbijarê partiya serdest (AKP) û Kilîçdaroglû berbijarê Hevpeymaniya Millet'ê nêrînên ciyawaz derbarê van penaxwazan hene.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê bi vê îdiayê ku Enqereyê hevkariya bi dewleta Sûriyê ra ji bo vegeriyana awareyan dest pê kiriye, got: Awareyên sûrî divê bo navçeyên di bin serdestiya Şamê da bên vegerandin.

Mewlûd Çawûşoglû di vî warî da got: Çarenûsa penaxwazên sûrî yek ji mijarên hilêxistî di civîna çaralî ya wezîrên karên derve yên Komara Îslamî ya Îranê, Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê li Moskoyê di roja 10ê Gulanê bû. Wî got: Beşdaran li ser nexşerêya vegeriyana awareyên sûrî li hev kirine.

Serepeyv