May 07, 2023 15:17 Asia/Tehran
  • Berdevkê Serokkomartiya Tirkiyê: Em ê encama hilbijartinê qebûl bikin

Berdevkê Serokkomartiya Tirkiyê got ku ew ê encama hilbijartina seranserî ya 14ê Gulanê, çi dibe bila bibe, bipejirînin.

Îbrahîm Kalîn Berdevkê Serokkomartiya Tirkiyê nîgeraniyê derbarê dijayetiya hikûmeta Tirkiyê digel encama hilbijartina bê ya vî welatî bêsebeb zanî û tekez kir: Encama hilbijartinê çi dibe bila bibe, em ê wê qebûl bikin.

Berdevkê Serokkomartiya Tirkiyê got: Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê di 21 salên derbasbûyî da beşdarî hilbijartina seranserî, giştpirsîn û hilbijartina xwecihî bû û ti wextî derbarê encama hilbijartinê şik û guman nekir û encam çi dibe bila bibe, em ê rêzê lê bigirin.

Kalîn her wiha got: Piştevaniya ji serokkomar Erdogan zêdetir dibe. Em derbasî rikeberiya demokratîk bûne û ev rikeberî hîn bi dawî nebûye. Erdogan di hilbijartina sala 2018an da bi sedî 52.6ê dengan bi ser ket û bû serokkomar û niha jî em bawer in ku ev serkeftin dê bên domandin û pirraniya vebirr a xwedan mercên dengdayînê di hilbijartinê da dê dengê xwe bidine Erdogan.

 

Serepeyv