May 05, 2023 16:04 Asia/Tehran
  • Erdogan: Emê rê nedin kovarên navneteweyî siyaseta navxweyî ya Tirkiyê bimeşînin

Serokkomarê Tirkiyê got: Welatê wî yê tu carî rê nede siyaseta wan a navxweyî ji hêla kovarên navneteweyî va, were meşandin.

 Receb Teyib Erdogan, îro di berteka li himber kiryara vê dawiyê ya kovara Êkonomîst a Inglîzê, ku wî wek dîktator bi nav kiribû,  dê tu carî îznê nede  siyasetanvxwey ya welatê wî, ji aliyê kovarên ku darê destê hêzxurtên cîhanî ne, were meşandin. 

 Kovara Êkonomîstê di bereberê hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê de , Erdogan wek dîkator bi nav kiribû. 

  Hevgav di halekî de ku kêmtir ji deh rojan maye heta dema lidarxistina yek ji hilbijartinên herî hsetyar ên Tirkiyê, hinek analîzor  ên Tirkiyê ser vê bawerê ne ku AKP û şexsê Erdogan, amadetiya qebûlkirina işkesta xwe tinene û ger bidorînin,  yê her tiştî têk bidin.

 6 partiyên hevrikê Erdogan ku hevalbendiya Milet pêk anîne û xwe di riya serketinê de dibînin,  bo roja hilbijartinê ketine lezê, ji ber ku  dijberên Erdogan jî mîna piraniya welatiyên Tirkiyê, vê hilbijartinê bi wateya rapirsiya derbarê Erdogan û siyasetên wî dinirxînin. 

   Di nava jiyana rotîn a gelê Tirkiyê de, peyvek berdewam tê dubarekirin: Bû Îş, Karakolda Bîter, yanê ev meseleya yê herî dawî bikêşe qereqolê. 

 Niha ev peyva hema ji aliyê hineke analîzorn Tirkiyê ve derbarê hilbijartinê jî tê bikaranîn. 

 Elî Erdî Ozturek, Analzorê siyasî yê Tirkiyê, di şiroveyekê de li Polêtîk Yolê de nivîsiye, di dawiyê de emê herin qereqolê!

Helbet em hemî dizanin ku  niha li welatê me, me polîseke bêalî û pispor tinene û ew hemî di bin bandora AKP de ne û qirar jî nîne pişta xelkê bigrin. 

 

Serepeyv