May 04, 2023 16:20 Asia/Tehran
  • Rapora Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser şerê digel PKK'yê

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê tevî raberkirina amara pevçûnên artêşa vî welatî digel PKK'yê ji sala 2015an va, ragihandi ku nêzikî 38 hezar endamên vê partiyê hatine kuştin.

Televîzyona TRT'yê ya Tirkiyê roja Pêncşemiyê ji zarê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di 10 rojên derbasbûyî da nêzikî 40 hêzên PKK'yê hatine kuştin.

Xilûsî Akar Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê weke rayedarên din ên hikûmeta vî welatî bêyî berçavgirtina dijayetî û nerazîtiyên Bexda û Dimeşqê li hemberî êrîşên leşkerên Tirkiyê li dijî PKK'yê li Iraq û Sûriyê, tevî raberkirina vê amarê li ser dewama pevçûnên digel PKK'yê heta jinavbirina tam a vê partiyê teqez kir.

Akar her wiha got: Di operasyona artêşa Tirkiyê da çend cihên kombûnê yên PKK'yê li bakurê Iraqê hatin xerakirin û du rayedarên PKK'yê teslîmî hêzên artêşê bûn û sê endamên din ên vê partiyê li ser sînorê Sûriyê ketin ber êrîşê û hatin kuştin.

 

Serepeyv