May 03, 2023 14:59 Asia/Tehran
  • Çawaniya beşdariya welatiyên Tirkiyê li dervey welêt di hilbijartinên Tirkiyê de hat ragihandin

Welatiyên Tirkiyê li 75 welatan û 156 nunertiyên vî welatî dê beşdarê hilbijartinên vî welatî bibin.

Bernameya hilbijartinên Serokkomarî û parlemana Tirkiyê bo 14 meha Gulanê hatiye darêştin.  Lê rewş bo beşdariya welatiyên Tirkiyê yên li dervey welêt, dê ferqa xwe hebe. 

 Ehmed Yêner, Serokê Konseya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, îro ragihand ku welatî dikarin li 75 welatan û 156 nunertiyan beşdarê hilbijartinên dewra 13an a serokkomarî û 28 emîn dewra hilbijartinên parlemana Tirkiyê bibin û dengê xwe bixin sindûqên dengan. 

 Ehmed Yêner her wiha got: Tomarkirin û kivşkirina lîseta navê welatiyên Tirkiyê li welatên din bo beşdariya di hilbijartinan de hatiye kemlandin û ragihandin. Pêka sala 2018an navê 15 welatên nû jî li lîsteya welatên ku yê li wan  hilbijartinên were lidarxistin,  jî hatiye zêdekirin. 

 Yêner destnîşan kir: Welatiyên Tirkiyê li welatên curbicur dikarin li nunertiyên Tirkiyê beşdarê hilbijartina bibin. Ji xeynî 156 nunertî û û 75 welatan, li navçeyên ku têde gelek welatiyên Tirkiyê rûdinên jî , dê sindûqên dengan bên danîn. 

 Receb Teyib Erdogan, Kemal Kiliçdaroglû, Muhreme Înce û sînan Ogan li hilbaijrtinên tirkiyê hevrikiyê dikin lê encama rapirsiyan, Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê û berbijarê AKP û Kemal Kiliçdaroglû, berbijarê Hevalbendiya opozîsyonê nasiyar bi Hevalbendiya Milet, hevrikên sereke yên vê hilbijartinê didin zanîn. 

 Li gor encamên rapirsiyan li Tirkiyê, Kiliçdaroglû yê di vê hilbijartinê de, hevrikê xwe yê AKPyî işkest bide. 

 

Serepeyv