May 03, 2023 08:27 Asia/Tehran
  • Muhtemel e hilbijartinên serokkomariyê ya Tirkiyê di du qonaxan de were lidarxistin

Raporsiya navenda lêkolînê ya Optîmarê ya Tirkiyê, nîşan dide ku du berbijarên sereke hevrikiyê bikin û Muhtemel e hilbijartinên serokkomariyê ya Tirkiyê di du qonaxan de were lidarxistin.

 Rojnameya Huriyetê li gor vê rapirsiyê ragihand ku muhtemel e Erdogan sedî 54.4 û Kemal Kiliçdaroglû sedî 48/6 ê dengan bi dest bixin.

Eva di halekî de ye ku  Kiliçdaoglu berbijarê hevalbendiya partiyê dijberê Erdogan nasiyar bi Miletê di hevpeyvîna bi rojnama Tirkiyê ya Sozcûyê re, îdia kiriye ku di hemen dewra ewilî ya hilbiajrtinan de yê bi bidestxistina sedî 60 ê dengan bi ser kevin.  Vê rapirsiyê her wiha plêşbînî kir ku AKP muhtemel e  sedî 34.7 ê dengan bi dest bixe di halekî de ku  hevrikê wê yanî CJP sedî 32.1 ê dengan bi dest bixe. Dengên mayî jî yê di navbera partiyên din de were parvekirin lewma muhtemel e hilbijartinên serokkomariyê ya Tirkiyê di du qonaxan de were lidarxistin.

 Di halekî de ku van rojana saziyên rapirsiyê yên Tirkiyê hewil didin bi weşandina encamên xebatê xwe bandorê bikin ser raya giştî ya xelê vî welatî ku hetanî niha biryara xwe ya sereke bo dengdanê nedane ku kesên mîna Bekir Agirdir, nivîskar, analîzorê siyasî û lêkolê bi nav û deng ê warê raya giştî ya Tirkiyê ragihand ku li gor dawîn encamên bi desthatî muhteml e Erdogan hema di dewra ewilî de hilbijartinan radest bike. 

Agirdir got: Ger di rapirsiyên vê heftiyê  de, dengên Muheremd Înce bighêje sedî 3 heta 4 ê û Sînan Ogan dakeve sedî 1 heta 2 yê, itmala serketina Kemal kiliçdaroglû, berbijarê opozîsyonê  hema di dewra ewilî de li himber Eydogan yê jorde here. 

 Hêjayî gotinê ye ku  navgîna rapirsiyan heta niha, qala beramberiya dengên opozîsyon yê bi AKP re dikin ku naghêje sedî 48`ê. 

 Bi vî awayî muhtemel e hilbijartinên serokkomariyê ya Tirkiyê di du qonaxan de were lidarxistin. Ger tu yek ji berbijaran nekaribin zêdetirî sedî 50 yê dengan bi dest bixin, du berbijarên ku  dengên herî zêde bidest xistine, dê du heftiyên din piştî 28 ê Gulanê yê di dewra dudyan de hevrikiyê bikin. 

 

Serepeyv