May 03, 2023 08:22 Asia/Tehran
  • Polîsê Tirkiyê 17 çalakvanên HDP û Partiya Çepşop a Kesk li Stembolê desteser kirin

Polîsê Tirkiyê 17 çalakvanên HDP û HDKyê û Partiya Çepşop a Kesk, li Stembolê desteser kirin.

 

Polîsê Stenbolê duh sêşemiyê êrişî ser çend malên li Stenbolê kir û herîkêm 17 endam û rêveberên HDP`yê, Kongireya Demokratîka Gelan, HDK yê û Partiya Çepşop a Kesk desdteser kirin.

Hegera girtina van kesana nehatiye diyarkirin û hatine guhestin bo avahiya polîsê Stenbolê li Kolana  Wetenê. 

 Polîsê Stenbolê di operasyoneke hewaheng de bi êrişa ser navçeyên Başak Şehîr, Êsinyûrt, Arnawût Koy û Kûçûk Çekmeceyê ketin nava malên van kesana  û piştî lêgeriyê herîkêm 17 kes ji wan rêber û endamên HDP û HDK û endamên Konseya Ciwanên Partiya Çepşop a Kesk desteserkirin.

Polîsê Tirkiyê di vê heyamê propagendeya hilbijartinê de, çend caran operasyona desteserkirina endamên HDP û HDK`yê û Endamên Konseya Ciwanên partiya Çepşop a Kesk daniye nav destûrkara xwe. 

 

Serepeyv