Nîsan 30, 2023 16:01 Asia/Tehran
  • Sê melevanên îranî derbasî fînala pêşbirkên avjeniyê li Tirkiyê bûn

Sê melevanên îranî derbasî pêşbirkên avjeniyê li Tirkiyê bûn.

Di roja herî dawî ya Pêşbirkên Avjeniyê yên Tirkiyê da, Ebolfezl Sam û Homir Ebbasî di Çiqa 50 Mitra Krala Piştê û Mêhrşad Efqerî di Çiqa 100 Mitra Perperok da derbasî fînalê bûn û navbira Efqerî ji bo wergirtina pişka pêşbirkên cîhanî yên Japonê tenê 0.03 Çirke bû.

Endamên tîma neteweyî ya Avjeniyê ya Îranê di roja herî dawî ya van pêşbirkan da yanî îro Yekşemê di qonaxa seretayî ya Çiqên 50 Mitra Krala Piştê û 100 Mitra Perperok da çûn pêşberî hevrikên xwe.

Di destpêkê da Ebolfez Sam û Homir Ebbasî di qonaxa seretayî ya Çiqa 50 Mitra Krala Piştê da ketin pêşbirkê û bi rêzê bûn duyem û sêyem û destûra beşdariya di fînalê da bi dest xistin.

Fînala roja herî dawî ya van pêşbirkan jî berêvara îro (Yekşemî) dê were lidarxistin û her sê melevanên Îranê dê careke din ji bo bidestxistina destûra beşdariya di pêşbirkên cîhanî da hewl bidin.

 

Serepeyv