Nîsan 29, 2023 16:59 Asia/Tehran
  • Berbijarê opozîsyonê bawerîya xwe li Konseya Bilind a Hilbijartinan a Tirkîyê nayne

Reqîbê herî girîng ê Serokomarê nika yê Tirkîyê di hilbijartina serokomartîyê da got: Receb Teyyîb Erdogan imkanên hikûmet û dewletê bi kar tîne, lewma demajoya hilbijartinan li Tirkîyê ne dadmendane ye.

Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) û berbijarê Hevalbendîya Millet Kemal Kiliçdaroglu di hilbijartina serokomartîyê ya Tirkîyê da got: Konseya Bilind a Hilbijartinan a vî welatî diqewime piştî bidawîhatina dengwergirtinê, destwerdanê di hilbijartinê da bike. Wî herwiha got: Gellek medyayên hikûmetê di bin hikmê Erdogan da ne û ew imkanê hikûmetê bi kar tîne, lewma demajoya hilbijartinan li Tirkîyê ne dadmenda ye û nayê qebûlkirin.

Serokê CHP herwiha got: Neyarên Erdogan dê rê nedin ku dengên wan di hilbijartina bê da werin dizînê. Wî herwiha got: Me li hemî şarên mezin piştgirên wisa hene ku ji bo çavdêrîya ser demajoya lidarxistina hilbijartinan û sekinîna himberî her cure binpêkarîyekê bisekinin.

Kiliçdaroglu ku reqîbê sereke û herî girîng ên Erdogan di hilbijartina serokomartîyê da ye, herwiha ragihand ku heke bibe serokomar dê ji bo destpêkirina muzakireyên endametîya di YE da, di dema herî zû ya pêkan da hewil bide.

Kiliçdaroglu herwiha got: Ez û hevpeymanên xwe operasyona leşkerî ya taybet a Ûrsêtê li Ukraynê karekî durist nabînin, lê Enqere dê peywendîyên aborî yên digel Ûrsêtê biparêze. Wî ``girtina pêşîya veguherîna Tirkîyê bo hikûmeteke dîktatorî ya tam`` erka xwe wek serokomarê nû yê Tirkîyê zanî û got: Heke ew were bijartin, dê ji bo vejîyandina sazî û dezgehên demokiratîk û çareserkirina pirsgirêkên aborî yên vî welatî hewil bide.

Ji hêla din va, gellek çavdêr û şirovekerên meseleyên Tirkîyê ser vê bawerê ne ku Receb Teyyîb Erdogan ji ber işkestên di sîyasetên navxweyî û deveyî di salên vê dawîyê da, di hilbijartina pêşberî da yê pêrgî gellek pirsgirêkan bibe û çend rojan piştî vê yekê ku hat ragihandin ew nexweş ketîye, lê piştî çend roan ew dîsan derket pêşberî gel.

Çavdêrên meseleyên Tirkîyê herwiha dibêjin ku giranbûna pirsgirêkên aborî li Tikrîyê di van salên dawîyê da bûne babeteke lawazî, serêşî û kêşeyeke mezin ji bo Erdogan û hikûmeta wî. û hema ev pirsgirêka dê bibe sedema wêdadayîna Erdogan û partîya wî ji qada sîyaseta Tirkîyê. 

Serepeyv