Nîsan 27, 2023 17:48 Asia/Tehran
  • Erdogan: Tirkiye tev li welatên xwedî enerjiya navokî bû

Îro hevdem digel rêûrisma radestkirina yekem barê ardûya navokî bo yekem hêzgeha atomî ya Tirkiyê da, Serokkomarê vî welatî bi fermî ragihand ku Tirkiye tev li welatên xwedî enerjiya navokî li cîhanê bûye.

Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê Ajansa Anatoliyê, Hevdem digel dstpêbûna rêûrisma radestkirina yekem barê ardûya navokî bo yekem hêzgeha atomî ya Tirkiyê ji aliyê ûrisan va, Receb Teyyîb Erdogan di axaftinekê da bi rêya vîdyo kopnferansê ragihand ku welatê wî bi derengmayîneke 60 salî tev li koma welatên xwedî enerjiya navokî li cîhanê bûye.

Vladîmîr Pûtîn Serokkomarê Rûsyayê jî bi rêya vîdyo konferansê tev li rêûrisma radestkirina yekem barê ardûya navokî bo hêzgeha Ak-Koyo'ya Tirkiyê bû.

Ev hêzgeh ji aliyê Kompaniya RusAtom'ê ya Rûsyayê va hatiye çêkirin.

Ev hêzgeh li parêzgeha Mêrsîna Tirkiyê bi cih bûye.

 

Serepeyv