Nîsan 24, 2023 13:35 Asia/Tehran
  • Erdogan îdiaya Kiliçdaroglû red kir

Hevrikê sereke yê Erdogan di hilbijartinên bê yên serokkomariya Tirkiyê got îdiaya Erdogan ku gotiye ger partiyên dijberê wî di hilbijartinên dahatî de bighêjin desthilatê, dê Saziya Diyanetê girêdin, tam bêbingeh e .


 

 Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Partiya Komarîxwza a Gel a Tirkiyê di axiftinekê de li bajarê Adîyamanê bal kişand  ser damezrandina Rêxistina karûbarên diyanetê ya Tirkiyê di serdema desthilatdariya vê partiyê de  û got: CHP`yê ev rêxistina damezrand û tu kes nikare vê saziyê girêde. 

Serokê Rêxisina Karûbarên Diyanetê ya Tirkiyê ji aliyê Serokkomarê vî welatî va bo dewereyeke 5 salî tê kivşkirin ku bo dewreyeke din jî dikare were dirêjkirin. 

Hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê hevgavê hilbijartinên seranserî yên parlemanî 14 Gulanê yê werin lidarxistin. 

 

 

Serepeyv