Nîsan 18, 2023 18:02 Asia/Tehran
  • Dewama nakokiya hiqûqî ya Tirkiye û Iraqê li ser nifta Herêma Kurdistanê

Li gorî nivîsara Middle East Eye’yê, Iraqê ji Amerîkayê xwestiye cirîmeya 1.4 mîlyard dolarî ya Tirkiyê ji aliyê Dîwana Hekemiyeta Navneteweyî ve, ji ber hinardekirina bi serêxwe ya nifta Herêma Kurdistana Iraqê, ji heyîtiyên Enqereyê yên li Amerîkayê were dayîn û Tirkiye jî li dû dozeka bi vî rengî li Amerêkayê ye ta ku cirîmeya 500 mîlyonî ya Bexdayê ji aliyê Dîwana Hakiman ve ji heyîtiyên Iraqê li Amerîkayê were dayîn.

Li gorî nivîsara Middle East Eye’yê, Her çend ku Dîwana Hekemiyeta Navneteweyî li Parîsê, Tirkiye ji ber hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê bêyî rizamendiya Bexdayê, nêzî 1.4 mîlyard dolarî cirme kiriye lê her ev dîwana, Bexdayê ji ber zirûfên kêm ên xeta boriyê ya hinardekirina nifta Iraqê bo Tirkiyê û herwiha deynên ku di deheka 1990’î ji Tirkiyê re nehatine dayîn, zêde ji 500 mîlyon dolarî cirîme kiriye û Tirkiye jî ev cirîme xwestiye.

Li gorî vê raporê, nakokiyên nû yên di navbera Tirkiye û Iraqê da li ser nifta Herêma Kurdistana Iraqê, pêvajoya ji nûvedestpêkirina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê ji rêya Tirkiyê ve, nezelal kiriye.

Eva di halekî da ye ku qutbûna hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê di mideha 2 hefteyên buhurî da zêde ji nîv mîlyar dolarî ziyan gîhandiye abora Herêma Kurdistana Iraqê.

 

Serepeyv