Helwêsta Erdogan derbarê berxeterketina ewlehiya Tirkiyê
Nîsan 17, 2023 15:36 Asia/Tehran
Serokkomarê Tirkiyê di axaftinekê da got ku welatê wî pêkanîna kiryarên vebirr dijî terorîsmê dê bidomîne û rê nede ti aliyekî navçeyî û derve-navçeyî ku ewlehiya Tirkiyê bixe ber xeterê.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê di rêûrisma fitarê li Rihayê (Şanlî Ûrfa) bi vê îdiayê ku teror belaya herî mezin e ku emperyalîstan li ser Tirkiyê sepandine, tekez kir ku ewlehiya neteweyî ya welatê wî ji derveyî sînoran dest pê dike û got: Eger aştî li navçeyê tinebe, Tirkiye nikare aramiyê bibîne.
Serokkomarê Tirkiyê her wiha got: Madem ku terorîst li bakurê Sûriye û Iraqê bi hêza asimanî, bejahî û çekên ne-hevseng tên teyarkirin, em ti wextî di ewlehiyê da nînin.