Nîsan 16, 2023 14:54 Asia/Tehran
  • Dewama qeyrana erdhejê li Tirkiyê

Zêdetirî du mehan bi ser erdheja bêmînak a dîroka Tirkiyê an jî heta cîhanê ji hêla berfirehiya navçeyên kavilbûyî û hejmara miriyan ra derbas bûn.

Du erdhejên bi hêza nêzikî 8 Rîşteran roja 6ê Sibata 2023an hevrê digel bi hezaran paşelerzeyan 11 parêzgehên başûrê Tirkiyê û hin navçeyên bakurê Sûriyê hejandin û beşeke bajaran ji sedî 50 heta 100 wêran kirin.

Bi derbasbûna zêdetir ji du mehan bi ser van erdhejan, hejmara miriyan hema wisa zêde dibe.

Lê niha û bi nêzikbûna dema hilbijartina Tirkiyê, jinûva avakirin navçeyên erdhejlêqewimî bûye dirûşmeya herî girîng a berbijarên hilbijartina serokkomartiya vî welatî.

Du berbijarên Hevpeymaniyên Cimhûr û Millet'ê ku çaverêtî heye rikeberiyeke wan a nêzik di hilbijartinê da hebe, soza çêkirina bajarên zelzelezede kirine mijara sereke ya bername û axaftinên xwe yên hilbijartinê.

 

Serepeyv