Hewleke nû ya Tirkîyê têkildarî nifta Herêma Kurdistanê hat aşkirakirin
Tirkîyê dil heye hewcedarîya Iraqê û Herêma Kurdistanê bi hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê di çarçova sazişkirina Bexdayê da bi kar bîne bi taybet ku Dadgeha Navbeynkar a Parîsê diravekî zaf wek qerebû ser Enqereyê da sepandîye.
Li gorî agahîyan, Tirkîyê heta vê gavê rê nedaye hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê dest pê bibe, lewma diqewime mijara têkildarî dayîna xeramê bibe sedema qeyranê di navbera Bexda û Enqereyê da.
Di vê navberê da dosyeya daxwaza darayî ya têkildarî rêkevtinnameya berê xistîye destûrkarê da ku ya dehsalîyên heftêyî yên sedsala buhurî û dil heye ser sesasa wê bi Bexdayê ra danuistandinê bike.
Îca Iraqê vê dawîyê daxwazek raberî Dadgeha Fedral a Amerîkayê kirîye ji bo neçarkirina Tirkîyê ji bo ku biryara Dadgeha Navbeynkar a Parîsê bi cih bîne û rê bide Bexda nifta Herêma Kurdistanê bifiroşe.