Nîsan 13, 2023 18:23 Asia/Tehran
  • Bi hêceta PKK’yê 16 kes li Tirkîyê hatin desteserkirin

Li Tirkîyê bi oparasyonekê ku navenda wê parêzgeha Amedê bû, li 10 parêzgehan 16 kes bi hêceta endamtiya PKK’yê hatin desteserkirin.

Îro Pêncşemê 13ê Nîsanê Parêzgariya Amedê derbarê kesên hatine desteserkirin de daxuyaniyek da.

Parêzgariya Amedê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ve di 11ê Nîsanê de bi oparasyonekê ku navenda wê Amed bûye, li Stenbol, Îzmîr, Kocaelî, Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Mûş, Agirî û Rihayê bi tohmeta endamtiya PKK/KCK’yê 16 kes hatine desteserkirin.”

Li gorî daxuyaniyê derbarê 16 kesên ku hatîn desteserkirin de, li gor xala 3713 ya Yasaya Rûbirûbûna Terorê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.

 

Serepeyv