Erdogan têkildarî azadkirina Ocalan û Demîrtaş daxûyanî da
Li ser pirsa “Ji bo Ocalan azadî dibe ku mumkin be?”, Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan got: “Eger hûn vê wekî AK Partî ji me dipirsin, tiştekî wiha nabe. Lê heger hûn ji mixalefeta sereke bipirsin, mixalefeta sereke ji xwe eşkere kir, dibe ku bibe.” Erdogan herwiha got ku opozisyonê eşkere kiriye ku dê hevserokê berê yê HDP’yê Selahattin Demîrtaş azad bikin.
Li ser pirsa "Ji bo Ocalan azadî dibe ku mumkin be?" jî Erdogan wiha axivî, "Eger hûn vê wekî AKP ji me dipirsin, tiştekî wiha nabe. Lê eger hûn ji mixalefeta sereke bipirsin, mixalefeta sereke ji xwe eşkere kir, dibe ku bibe.
Li ser pirsa “li gor we dê hilbijartin di gera yekemîn de bi dawî bibe an dê gera duyemîn jî çêbibe” Erdogan got: “Ez bi xelkê me bawer im ku kar zehmet nakin û dê di gera yekemîn de vî karî bi dawî bikin.”