Nîsan 11, 2023 18:24 Asia/Tehran
  • Dadgeha Destûrê dosyeya HDP’yê ji raporter re şand

Lijneya Taybet Bi Daxistina HDP’yê ya Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê biryara partiyê ya ku naxwaze bi devkî parastina xwe bike nirxand û biryar da ku dosyayê bo raporter bişîne.

Serdozgeriya Komarê ya Muhakimeyê ji bo daxistina HDP’yê li Dadgeha Destûra Bingehîn doz vekiribû ku ew pêvajo hêj didome û Berpirsên HDP’yê 6ê Nîsana 2023an ragihandibûn ku ew ê di doza daxistinê de parastina xwe ya devkî nekin.

Dadgeha Destûra Bingehîn Tirkiyê îro biryar da dosyeya daxistina HDP’yê bo raporterê dadgehê bê şandin. Dê raporter derbarê esasa dozê de rapora xwe amade bike û pêşkêşî endamên dadgehê bike. Tê çaverêkirin raporter heta mehekê rapora xwe amade bike û pêşkêşî endamên dadgehê bike.

Piştre jî dê Serokê Dadgeha Destûrê rojekê ji bo biryardayînê diyar bike û endamên dadgehê bicivin. Ji bo HDP bê daxistin, divê ji 15 endamên dadgehê 10 endam dengê ‘‘erê’’ bidin. Heta niha bo piraniya biryarên derbarê HDP’yê de kêmtir ji 10 kesan deng dane.

Ji hêla din va, Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) dibêje, ji ber bi navê Partiya Çep a Kesk (YSP) beşdarî hilbijartinan dibe, HDP nikare di komîsyonên sindoqan de cih bigre. Di sindoqên derveyî welêt de li şûna wekîlên HDP’yê dê wekîlên MHP’yê cih bigrin.

 

Serepeyv