Kiliçdaroglu: Bila Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îran ji bo pêkanîna istiqrarê kom bibin
Serokê Partiya Komarxwaz a Gel di rêûrisma salê ya fitarê ya Serokê Partiya Seadetê da bi pêgîriya li ser pêwîstiya hevkariya welatên navçeyê bona pêkanîna aştî û istiqrarê got: Me biryar daye rêxistineka aştî û hevkariyê ya Rojhilata Navîn pêk bînin ku ji Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê pêk tê û divê ku em dora hev bicivin.
Mêvandariya salê ya fitarê ya Partiya Seadetê bi beşdariya serok û berpirsên partiyên Tirkiyê û balyozên welatên îslamî bi amadebûna Mihemed Ferazmend, balyozê Îranê hate lidarxistin.
Bereberê roja cîhanî ya Qudsê û tevî alûgorên van rojên dawiyê li Filistîna Dagirbûyî, di vê rêûrismê da axêveran ji bilî ragihandina hevgirtîbûna bi gel û Berxwedana Filistînê re, pêgirî li ser nasnameya îslamî ya Qudsê û pêwîstiya hevgirtîbûna welatên îslamî ji bo sekinîna li hember êrişên Rejîma Siyonîst kirin.
Serokê CHP’yê Kemal Kiliçdaroglû jî di vê civînê da got: Eger ku biryar e em li rex mafdar û alîyê heq bisekinin, helbet ku divê em li rex doza Filistînê bisekinin. Divê em dadê li cîhana îslamê pêk bînin.
Serokê Partiya Seadetê Temel Karamolaoglu, jî got: Rêxistina Hevkariya Îslamî ji bo çi ye? Rêxistina Neteweyên Yekgirtî çi dike? Ji sala 1948’an ve heta nika, Îsraîlê pêngav bi pêngav Filistîn dagîr kiriye û hîna jî wê dagirkeriyê didomîne.
Balyozê Komara Islamî ya Îranê li Enqerê Mihemed Ferazmend jî di vê rêûrismê da wek wekîlê balyozên welatên îslamî axivî.
Ferazmend got: Damezînerê Komara Îslamiya Îranê, Hezretê Îmam Xumeynî (re) Îniya dawiyê ya meha pîroz a Remezanê, wek Roja Cîhanî ya Qudsê bi nav kir. Xelkê Tirkiyê her sal bi awayekî dirust hevgirtîbûna xwe bi gelê Filistînê re ragihandine û îsal jî dê vî karî bike.