Piştgiriya Erdogan ji sîstima serokatiyê li Tirkiyê
Erdoganê serokomarê Tirkiyê û berendamê partîya desthilatdar di hilbijartina serokomartiyê da, piştgîrî da sîstima serokatiyê li vî welatî.
Partiyên neyarê hikûmeta Erdogan ji niha ve ragihandine
ku eger di hiilbijartina 14`ê Gulanê da ser bikevin, careka
din yê sîstima parlimanî vegere Tirkiyê û Erdogan ku
bereberê birêveçûna hilbijartinan ketiye ber rexneyên herî
tund ên nayaran, berevaniya karabûna sîstima serokatiyê
dike.
Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, şeva buhurî di
rêûrisma fitarê da ku bi beşdariya parlimanter û hin
mexdûran li Enqerê hate lidarxistin, qeyrana aboriyê ya
mehên vê dawiyê li Tirkiyê, pişkek ji qeyrana niha ya li
cîhanê wesif kir.
Sîstima serokatiyê li Tirkiyê di 16`ê Nîsana 2017`an da û
bi giştpirsiyekê li vî welatî dest pê kir.
Bi guhertina 18 xalên qanûna bingehîn, cîgeha Parlimana
Tirkiyê lawaz bû û Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi
taybet damezînerê wê, yanê Receb Teyîb Erdogan, di
piratîkê da gihîşte yek ji xwestekên xwe yên herî sereke.