Nîsan 04, 2023 09:36 Asia/Tehran
  • Xweberbijarkirina bi hezaran kesî ji bo hilbijartinên parlimana Tirkîyê

Heta nika 17 hezar berbijarî navê xwe ji hêla Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partîya Komarxwaz a Gel (CHP), Partîya Hereketa Netewî (MHP), Îyî Partî û Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) va ji bo bidestxistina 600 kursîyên parlimana Tirkîyê tomar kirîye.

Hilbijartinên serokomarî û parlimana Tirkîyê yê di 14ê Gulanê da bên lidarxistin.

Konseya Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê (YSK) di daxûyanîyekê da amajeyî vê yekê kir ku 36 partî û kom di dewra 28an a hilbijartinên meclisa vî welatî da rikeberîyê dikin û dikarin berbijaran bidin nasandin, partîyên din ên beşdar jî divê lîsteya berbijarên xwe heta 9ê Nîsanê raberî Konseya Bilind a Hilbijartinan bikin.

Lîsteya berbijarên hilbijartinên parlimana Tirkîyê piştî hilkolandina gilînameyan, yê di 6 heta 10ê Nîsanê da were zelalkirin û bi ragihandina lîsteya teqil, propaganda û mîtîngên berbijaran yê dest pê bibe.

Li gorî ragihandina Konseya Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê, 64 milyon kes dikarin dengê xwe bidin.