Erdogan ji ber hevdîtina balyozê Emerîkayê li Tirkiyê bi berbijarekî serokkomariyê re bi tundî rexne kir
Serokkomarê Tirkiyê, Balyozê Emerîkayê ji ber hevdîtina bi Kemal Kiliçdaroglû, Rêberê Partiya Komarîxwza a Gel bi tundî rexne kir û got ku derî ser wî de hatine girêdanê.
Di halekî de ku kêmtir ji du mehan hetanî hilbijartinên serokkomarî û parlemaniya Tirkiyê maye, propagende û rawêjkariyên berbijarên serokkomariyê bona bidestxistina piştgiriya zêdetir didomin.
Kemal Kiliçdaroglû, berbijarê hevalbediya Milet û Cêf Fîlikî, Balyozê Emerîkayê li Tirkiyê vê dawiyê li meqera Partiya Komarîxwza a vî welatî li pişt deriyên girtî hevdîtin û gotûbêj kirin.
Erdogan hevdîtina Kemal Kiliçdaroglû, Berbijarê Hevalbendiya Milet û Cêf Flîk, Balyozê Emerîkayê li Enqerê ev hevdîtin cihê şermê da zanîn û xitabî balyozê Emerîkayê li Tirkyê got ku tu balyoz î, hinekî bifkire, Piştî vê hevdîtinê deriyên gotûbêjên me ser te de girtî ne.
Kemal Kiliçdaroglû, hevrikê herî giring ê Receb Teyib Erdogan di hilbijartinên pêşber li Tirkiyê ye.