Nîsan 03, 2023 16:58 Asia/Tehran
  • Amarên cida yên TUIKê û ENAGê têkildarî zamê li Tirkîyê

Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) li Tirkiyê enflasyona meha Adara 2023an bi rêjeya %2.29 zêde bûye û salane jî gihiştiye %50.51ê, lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê gihiştiye %112.51.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) îro 3ê Nîsana 2023an amarên enflasyona meha Adara 2023an eşkere kirin. Li gor amaran, di Adara 2023ê de enflasyon bi rêjeya %2.29 zêde bûye û enflasyona salane ya Tirkiyê %50.51 e, ku Sibata 2023an ev rêje %55.18 bû.

Ligel amarên TUIKê, Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihand ku rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê %112.51 e û ya Adara 2023an jî bi rêjeya %5.08 zêde bûye.

Enflasyona ji aliyê TUIKê ve hat ragihandin, piştî meha Çileyê ya 2022an rêjeya herî kêm a 14 mehên dawiye. Meha Çileya 2022ê rêjeya enflasyonê wek %48.69 hatibû ragihandin.