Nîsan 03, 2023 11:17 Asia/Tehran
  • Akra idia kir: Hêzên leşkerî yên me vê dawiyê bi dehan terorîst kuştine

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê îdia kir ku hêzên leşkerî yên vî welatî di sê mehên vê dawiyê da bi dehan terorîst kuştine.

Di halekî da ku hikûmeta Tirkiyê di salên dawî da ji aliyê hin medyayan va bi hevkariya digel komên terorîst û çekdar li Sûriyê hatiye tawanbarkirin û artşa vî welatî bi behaneya serkutkirina hêzên PKK'yê gelek navçeyên axa Sûriye û Iraqê dagir kirine, Xulûsî Akar Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê îdia kir ku arrtêş û hêzên leşkerî yên vî welatî di sê mehên dawî da bi dehan terorîst kuştine.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Xulûsî Akar di serdana xwe ya bo navçeya erdhejlêqewimî ya Hatayê da tevî tekeziya li ser domandina operasyona artêşa vî welatî li derveyî sînoran, got: Hêzên leşkerî yên Tirkiyê di sê mehên derbasbûyî da 340 terorîst kuştine.
 
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê her wiha got: Têkoşîne dijî terorîsmê bilez û vebirr didome û ti ferqek nake kî pişta wan bigire.

Kiryarên leşkerî yên Tirkiyê li Sûriye û Iraqê tûşî dijayeta giran a dewletên Şam û Bexdayê bûye.