Erdogan biryara meclisê ya endametîya Finlandê di NATOyê da wajo kir
Serokomarê Tirkîyê biryara meclisa vî wealtî ya razîbûna ser endametîya Finalndê di NATOyê da wajo kir.
Meclisa Tirkîyê roja pêncşemê pêşnumayek pesend kir ku rê dide Finalndê tevlî NATOyê bibe û rê li ber tevlîbûna Helsînkîyê nav hevalbendîya berevanîyê ya welatên rojavayî vedike.
Pêşnumaya hanê ji havîna buhurî va li meclisa Tirkîyê dihat hilkolandin û wajoya Seropkomarê Tirkîyê dawî li vê pesendkirina endametîya Finlandê di NATOyê da ji hêla Enqerê va anî.
Lê Enqerê di vî halî da ragihand ku hê ranegihandîye ku dil heye daxwaza Swêdê ya endametîya di NATOyê da ku hevgavê daxwaza Finlandê di meha Gulana buhurî da hatibû raberkirin jî pesend bike.
Tirkîye dibêje ku Istokholmê endamên PKK sitirandîye û heta dema k uwan radestî Enqerê neke, yê ser endametîya Swêdê di NATOyê da razî nebe.