Lîstika Erdogan bi peyva ``ummetê`` ji bo bidestxistina dengan
Kelecan û rikeberîya sîyasî Tirkîye daye ber xwe. Ji ber ku tenê 40 roj bo hilbijartinên seranserî li vî welatî mane û di vê dema kurt da rêvebirên partî û hevalbendîyan hewil didin ku bilî dengê hogirên berê, dengê beşeke hogirên ku dudil in û hê biryar nedane dengê bidin jî bi dest bixin û di vê navberê da Erdogan hewil dide her çawan be himber reqîb û neyarên xurt xwe ser desthilatê ragire.
Lê çavdêrên sîyasî li Tirkîyê ser vê bawerê ne ku Serokomarê nika yê Tirkîyê û Serokê AKP di rewşeke dijwartir û zehmettir da ye, ji ber ku qeyrana aborî pêsîra Tirkîyê girtîye û çavdêr û pisporên aborê jî dibêjin ku hegera vê qeyranê ne korona û êrişa Ûrsêtê ser Ukraynê belkî biryar û karên şaş û çewt ên Erdogan û kesên derdora wî ye.
Di vê navberê da Serokê AKP wek nerîtekê dîsan bi dû handana dil û raya bi dehan milyon kesên muhafizekar e û dîsan jî basa ``ummeta islamî`` dike û Erdogan piştî demeke dirêj dîsan peyva ``ummet`` bikar anî û ji gel xwest ku ji bo avakirina ``ummeta islamî`` dengê xwe bidinê. Lê wî hertim têgehên islamî wekî darê destan bi kar anîye.
Ehmed Taşgetiren çavdêr û şirovekerê tirkîyeyî di vî warî da dinivîse: Erdogan û AKP bi berbiçavkirina têkilîya têgehên ``ummet`` û ``Tirkîyê`` dixwazin idia bikin ku heke AKP di vê hilbijartinê da ser nekeve, doza pêkanîna ummetê jî yê berbad bibe.
Taşgetiren herwiha dinivîse: Ya baş ew e ku Erdogan bersiva vê pirsê bide ku ``çima asta dengê ciwanên AKP ji dengên giştî gellekî kêmtir e? Partîya ku nekare ciwanan qanih bike, nikare basa dozên mezin bike.
Erdogan di halekî da dew û doza ummeta islamî dike ku tenê çend mehan piştî jinûve-vekirina balyozxanên Tirkîye û Rejîma Sîyonîst li Tel Avîv û Enqerê, wî serokomarê Azerbaycanê jî han da ku vê serederîyê hibmerî sîyonîstan bike.
Herwiha durûtîya Erdogan wê demê derdikeve holê ku di nava serokên welatên misilman da ji her kesî zêdetir meyla xwe ji bo pêşxistina peywendîya