Planên berbijarên serokomartîya Tirkîyê û berbendên ser rêya wan
Kemal Kiliçdaroglu, Receb Teyyîb Erdogan, Muherrem Înce û Sînan Ogan wek berbijarên dewra sêzdan a hilbijartinên serokomartîya Tirkîyê hatin nasnadin.
Bi dû nasandina 4 berbijarên teqil ên hilbijartinên serokkomartîya Tirkîyê, propaganda fermî ya wan ji duh înîyê va dest pê bû û yê heta 24 siet mayî bo dengwergirtinê di 14ê Gulanê da bidome.
Kemal Kiliçdaroglu Serokê CHP berbijarê Hevalbendîya Millet e ku ji Îyî Partî, Partîya Seadet, Partîya Demokirat, Partîya Demokirasî û Pşîketinê û Partîya Siberojê pêk tê.
Di vê navberê da Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) jî bi giştî sedî 11 dengan bi dest dixe bêyî ku tevlî vê hevalbendîyê bibe piştgirîyê dide berbijarbûna Kemal Kiliçdaroglu.
Hevalbendîya Ked û Azadîyê û pirranîya partî û tevgerên çepgir û sosyalîst jî piştgirîyê dide Kiliçdaroglu. Bi vî awayî piştgirîya herî zêde ji Kiliçdaroglu heye.
Durişma Kiliçdaroglu di vê dewra hilbijartinê da ``Ez sozê didim te ku dîsan yê bihar were`` ye.
Berbijarekî din ê vê dewrê Serokomarê nika ûSerokê AKP Receb Teyyîb Erdogan e. Ew di halekî da bûye berbijar ku reqîbên wî dibêjin ku li gorî qanûna bingehîn nikare ji bo cara sisêyan bibe berbijar.
Erdogan van rojana ji ber pirsgirêkên aborî yên kûr û hejmara zêde ya gorîyên erdhejên di 6ê Sibatê da ya ji ber avahîsazîyên neisûlî wekî berê ji hêla gel va nayê hebandin.
Erdogan ji bo ku vê carê jî bikare dengê gel bi dest bixe, di 3 mehên buhurî da asta destmiza herîkêm sedî 5 jordabir, miaşê malnişînan du beranber zêde kir, qanûna hêsankirina malnişînkirina pêşwext pesend kir û asta fayîzê daxist sedî 8.5ê. Lê zam di sala buhurî da rabû sedî 64ê, bihaya diravên bîyanî himberî lîrê tirka rabû 4 qatî, ardû, avahî û mal, maşîn û xwarek jî zef giran û biha bûne ku van rojana gel di jîyana rojane da tenê basa van yeka dike û meriv dikare encama vê rewşê di hilbijartina pêşber da bibîne.
Berbijarekî din jî Muherrem Înce Sereokê Partîya Memleket`ê ye. Wî jî ``aqil, dadperwerî, exlaq``, `` em dê siberojê bistînin`` û ``siberoj ya me ye`` wek durişmên xwe di hilbijartinê da destnîşan kirine.
Berbijarê çaran jî Sînan Ogan berbijarê Hevalbendîya Ata`yê ye ku kesekî netewperest û bi dû iqtidarê ye. Ew jî hewil dide bi handana hestên netewperestên rastgir heke nekare di hilbijartinê da ser keve jî, herî kêm bibe rêberê netewperestên Tirkîyê.