Nîsan 01, 2023 09:41 Asia/Tehran
  • Demîrtaş derbarê êrîşa ser avahiya Îyî Partiyê dedaxuyanîyek da

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş êrîşa li ser avahiya Îyî Partiyê şermezar kir û got: “Êrîşên wiha bêyî desthilatê bi awayek serbixwe nayên kirin.

Roja Înê 31ê Adara 2023an kesekî bi çekê  êrîşî avahiya
serokayetiya ÎYÎ Partiyê ya li Stenbolê kir. Vê êrîşa li dijî
ÎYÎ Partiyê karvedan li pey xwe anîn.
Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku
ji sala 2016an ve li girtîgeha tîpa F a Edîrneyê girtî ye,
roja Înê 31ê Adara 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya
civakî bi peyamekê  êrîşa li dijî ÎYÎ Partiyê şermezar kir.
Demîrtaş di peyama xwe de dibêje: “Ez êrîşa li dijî ÎYÎ
Partiyê lenet dikim. Êrîşên bi vî awayî, bêyî desthilatê bi
awayekî serbixwe nayên kirin. Dibe ku hinek alî bixwazin
kampanyaya hilbijartinê, bi çek û gefan birêve bibin, lê
divê her kes bi pêdagirî û wêrekî xwe bo 14ê Gulanê
amade bike. Sebir bikin em dê  bi hevre desthilatê
biguherin.”
Ev êrîşa li dijî ÎYÎ Partiyê di demekê de hat ku
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja
Pêncşemê di gotareke xwe de ji Seroka ÎYÎ Partiyê Meral
Akşener`ê re gotibû: “Navê min Teyyîb, paşnavê min

Erdogan e. Li Erdogan baldar be. Li hember navê Teyyîb
jî baldar be. Dema tu diaxivî li gor vê biaxive.”