Piştgiriya Tirkiyê ji Filistînê
Serokomarê Tirkiyê li axiftineka bi rêya telefonê tev Serokê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê Mehmûd Ebas da, pêgirî ser piştgîriya Enqerê ji doza Filistînê kir.
Erdogan di gotûbêja bi rêya telefonê tev Ebass da, meha
pîroz a Remezanê li Serokê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê
pîroz kir û ji ber hevgirtîbûna Filistînê bi mexdûrên erdheja
li Tirkiyê re destxweş li wî kir.
Her du aliyan di vê gotûbêjê da bi pêgîriya li ser xurtkirina
peywendiyên di navbera her du gel û welatan da, alûgorên
herî dawîn ên têkildarî Filistînê jî hilkolandin.
Axiftina bi rêya telefonê ya Erdogan û Mehmûd Ebass di
halekî da bû ku di van mehên buhurî da peywendiyên
Tirkiyê û Rejîma Siyonîst xurt bûne; bi awayekî ku Wezîrê
Karên Derve yê Rejîam Siyonîst du mehan berî nika
seredana Enqerê kir û bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtin û
gotûbêj pêk anî.