Adar 29, 2023 09:36 Asia/Tehran
  • HDP dê çalakên sîyasî yên girtî wek berbijar nede nasandin

Serokên HDP`ê û Partiya Çepgir a Kesk a Tirkiyê biryar dan ti çalakekî sîyasî yê girtî wek berbijar di hilbijartina tê de nedin nasandin.

Civîna hevpar a yekê ya di navbera endamên Partiya
Keskan û Dahatiya Çep(Partiya Çepgir a Kesk) û
Partya Demokratîk a Gelan(HDP) ji bo hevhatina ser
mijarên têkildarî beşdariya di hilbijartinan û
kivşkirina berendamên parlimanteriya Meclisa
Tirkiyê, hat lidarxistin û di vê civînê da biryar hat
dayîn her du partiyên hanê ti endamekî xwe yê girtî
wekî berendamê hilbijartina Parlimanê
nedin nasandin.
Di hilbijartina sala 2018`an da, Leyla Gûven,
Hevseroka Kongireya Civaka Demokratîk(DTK), tevî
ku wekî berbijara HDP`ê ji Hekariyê deng wergirtibû
ji girtîgehê nehat azadkirin û bi vî awayî mafê wê yê
parlimanteriya meclisê ji nav çû. HDP û Partiya
Çepgir a Kesk biryar dan ku ji bo girtina pêşiya
dubarebûna bûyerên bi vî rengî, endamên xwe yên
ku di zîndanê da ne wek berendam nedin nasandin.