Serokomarê Tirkîyê careka din soza jinûve-avakirina deverên erdhejlêketî da
Serokomarê Tirkîyê careka din soz da ku bi avakirina 650 hezar malan di salekê da yê rewşa 11 parêzgehên erdhejlêketî yên vî welatî asayî bibe.
Serokomarê Tirkîyê û Serokê AKP Receb Teyyîb Erdogan ku bi dû erdhejên giran ên vê dawîyê pêrgî zext û rexneyên giran bûye, careka din soz da ku bi avakirina 650 hezar malan di salekê da yê rewşa 11 parêzgehên erdhejlêketî yên vî welatî asayî bibe.
Serokomarê Tirkîyê di dewamê da idia kir ku giranîya karê hikûmeta wî avakirina navendên demkî yên bicihkirina mexdûrên erdhejê ye û got: Seruberkirina lezgîn a rewşê bi dû karesateke wiha mezin ne karekî hêsan e.
Wî herwiha gto: Em dê şev û roj ji bo jinûve-avakirna şarên xwe kar bikin.
Erdogan amajeyî vê yekê kir ku bi milyonan welatîyên deverên erdhejlêketî neçar mane ku terka warê xwe bidin û herên şarên din a li hotelan û cihên mayîna xwendekarên zanîngehan hatine bicihkirin û got: Armanca me ew e ku ew jî di dema herî kurt da bizvirin ser mal û kar û jîyana xwe.