Adar 18, 2023 09:03 Asia/Tehran
  • Rapora herî nû têkildarî zîyanên erdhejê li Tirkîyê hat weşandin

Wezareta Aborê ya Tirkîyê aşkira kir ku di encama erdhejê da bayê zêde ji 105 milyon dolarî zîyan pêk hatîye.

2 erdhejên bi giranîya 7.4 û 7.6 rîştêrî di 6ê Sibatê da deverên başûra Tirkîyê hejandin û li 10 parêzgehan bûn sedema candayîn û birîndarbûna bi hezaran kesî û bayê bi milyonan dolarî zîyana maddî.

Wezareta Abor û Darayîyê ya Tirkîyê jî di daxûyanîyekê da aşkira kir ku di encama wan erdhejana da bayê zêde ji 105 milyard dolarî beranberî sedî 9ê derhata netewî ya vî welatî di sala 2023yê da zîyan li Tirkîyê ketîye.

Şayanî gotinê ye ku Dezgeha Lêkolînên Sîyaseta Aborî ya Tirkîyê (TEPAV) jî duh ragihand ku erdhejê bayê zêde ji 150 milyard dolarî zîyan gîhandîye. 

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyyîb Erdogan jî duh di axavtinekê da ragihand ku hejmara gorîyên erdhejê ji 49 hezar kesî derbas bû.