Jordaçûna hejmara gorîyên lehîyê li navçeyên erdhejlêketî yên Tirkiyê
Wezîrê Karên Hundur ê Tirkiyê ragihand ku hejmara kesên candayî ji ber lehîya giran a li başûrê vî welatî rabû 14 kesan.
Wezîrê Karên Hundur ê Tirkiyê “Silêman Soylo“ got ku li navçeyên ku ji ber erdheja di 6’ê Sibatê de tûşî zîyanê bûne, ji sibeha Sêşemiyê va baraneka guj dibare.
Wî herwiha got: Baran sibeha Çarşemiyê li parêzgehên Şanlî Ûrfa û Adiyaman û Meletiyê giran bû û bû sedema lehiyê.
Wezîrê Karên Hundur ê Tirkiyê got ku di encama lehiyê da heta nika 12 kesan li parêzgeha Şanli Ûrfayê û 2 kesan jî li parêzgeha Adiyamanê canê xwe ji dest dane.
Soylo herwiha got ku heta niha 5 kes jî bêserûşûn in û lêgerîna bo peydakirina wan didome.
Kanala TRT Haber’ê ya Tirkiyê jî ragihand ku xisarên zaf li bajar û binesazî û cadeyên başûrê Tirkiyê ketine û lehiyê hin xêvet û kanêksên welatiyên erdhejlêketî bi xwe re birine û xêvetên ku muhtemel e av derbasî nav wan bibe hatine valakirin.