HDPê ji bo paşxistina doza girtinê serî li Dadgeha Destûrê da
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca paşxistina rûniştina doza girtinê serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê da. Berbijrê serokomariyê yê Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu dê roja şemiyê bi Hevserokên HDPê re hevdîtinê pêk bîne.
Pêvajoya doza daxistina HDPê li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkîyê didome. Tê çaverêkirin, roja 11ê Nîsana 2023ê rûniştina dozê bê kirin û parêzer û berpirsên HDPê bi devkî parastina xwe bikin. Piştre jî dê Dadgeha Destûrê rojekê diyar bike û derbarê daxistinê de biryara dawî bide.
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirof a HDPê, îro bi fermî serî li Dadgeha Destûrê da û daxwaz kir, ku civîna têkildarî doza HDPê bo piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023ê bê paşxistin.
HDPê di daxwaznameyê de ragihand: “Roja 11ê Nîsanê ku bo parastina devkî hatiye diyarkirin, di dema xebatên hilbijartinê de demeke hestyar e. Hevserokên ku parastina devkî bikin, wê demê ji bo xebatên hilbijartinê li qadê ne. Karkirina li ser parastinê yên hevserok û pispor û lijneyên partiya me di dema hilbijartinan de, dê li dijî partiyê be.”
Dadgeha Destûrê, di meha Çileya 2023ê de bi rojeva paşxistina doza HDPê civiyabû û ev daxwaz hatibû redkirin.
Şayanî gotinê ye ku Biryara dadgeha qanûna bingehîn a Tirkîyê derbara HDP da hê ne dîyar e, lewma HDP yê parlimanterên xwe ser navê Partîya Çepgir a Kesk bişîne meclisa Tirkîyê.