Adar 14, 2023 18:18 Asia/Tehran
  •  Erdogan bere berê hilbijartinan li paş opozîsyonê maye

Encamên rapirsîyeke nû ray didin ku berbijarê opozîsyonê ‘Kemal Kiliçdaroglu’ bere berê hilbijartinên serokomartîya Tirkîyê zêde ji sedî 10 li pêş berbijarê Hevalbendîya Cumhûr’ê ‘Receb Teyyîb Erdogan’ e.

Li gorî encameke vê rapirsîya Dezgeha Aksoy’yê, Hevalbendîya Millet’ê di rikeberîya ser kursîyên parlimanê da herî kêm sedî 6 li pêş hevalbendîya AKP- MHP’yê ye.

Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) jî di vê rikeberîyê da hela jî sedî 10ê dengên xwe heye.

Erdogan piştî daketina berbiçav a asta hebandina wî li Tirkîyê bi dû qeyrana xerc û debara jîyanê, pêrgî mezintirîn pirsgirêka ser rêya hikûmeta xwe ya bîstsalî bûye.

Herwiha xizm û kesên gorîyên erdhejên di 6ê Sibatê da idî biryara xwe guhertine û yê dengê xwe nedin AKP’yê.

 

Serepeyv